Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê wek hertim dibe faktora aramî û aştiyê li Iraq û navçeyê

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 27ê Mijdara 2022an pêşwazî li şandeke Kongressa Amerîkayê bi serokatiya endamê Kongresê Mark Takano kir ku di nav de endamên Kongressê Elissa Slotkin, Colin Allred û Kathy Porter hebûn.

Di hevdîtinê de ku Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski jî amade bû, gotûbêj derbarê pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de, pêşhatên dawî yên li Iraq û navçeyê û giringiya parastina serwerî, ewlekarî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê hatin kirin.

Şanda Kongressê bal kişand li ser pêwendiyên bihêz û taybet ên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de û bi navê Kongressê piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê wek ezmûneke serkeftî ya demokrasiyê li Iraqê dubare kir. Her wiha rewşa azadiya olî û pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên cuda li Herêma Kurdistanê jî bilind nirxandin.

Serokwezîr Mesrûr Mesrûr spasiya piştevaniya berdewam a Amerîkayê kir û tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê her tim faktora aramî û aştiyê li Iraq û navçeyê ye. Tekez kir jî ku niha derfeteke nû ji hikûmeta federal re heye ku xizmeta pêkhateyên cuda yên Iraqê bike û li ser binemaya destûr û karnameya wezarî pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de bi awayekî bingehîn çareser bike.

Çaksaziyên Kabîneya Nehem, bi taybetî çaksazî û proseya yekxistina hêzên Pêşmerge, giringiya yekhelwestî û yekrêziya aliyên Kurdistanî ji bo parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, mijarên din ên hevdîtinê bûn.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin