Mesrûr Barzanî: Em hikûmeteke giştgîr, bihêz û yekgirtî dixwazin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh roja 6ê Mijdarê bi Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Stephen Hitchens re civiya û tekezî li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê di zûtirîn dem de kirin.

Her di vê hevdîtinê de, behsa hewl û amadekariyên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, rewşa giştî ya Iraqê û aloziya Rojhilata Navîn kirin.

Balyozê Brîtanyayê proseya birêveçûna hilbijartinên gera şeşem a Parlamentoya Kurdistanê ku bi awayekî aram û bi rêkûpêk birêve çû, bilind nirxand û ji bo serkeftina proseyê pîrozbahî li Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.

Her du aliyan tekezî li ser giringiya pêkanîna kabîneya nû di zûtirîn dem de kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ti vetoya me li ser beşdariya ti aliyekî nîne û em hikûmeteke giştgîr, bihêz û yekgirtî li ser bingeha encamên hilbijartinan û dengên aliyên siyasî dixwazin.”

Her di vê hevdîtinê de, dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, mijarên din ên guftûgoyan bûn.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle