Mesrûr Barzanî “Em dê sala bê bihêztir vebigerin Davosê”

.

Kurdistan Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Davos 2024 Herêma Kurdistanê 

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa tevlîbûna xwe di gera 54ê ya Korbenda Aborî ya Cîhanî (Davos 2024) de ragehand, “Îsal me li Davosê çîroka xweragiriya Kurdistanê vegêra û me ew bêbextî jî eşkere kirin ên ku ji bo armanckirina welatiyên sivîl ên bêtawan dihatin gotin”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 18.1.2024) li ser tora civakî ya “X”ê peyamek parve kiriye ku tê de hatiye, “Îsal li Korbenda Aborî ya Cîhanî, me çîroka xweragiriya Kurdistanê vegêra û me kompaniyên navxweyî ji bo cîhanê dan nasandin û herwesa me peywendiyên xwe mukomtir kirin”.

Herwesa Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje daye, “Me ew bêbextî jî eşkerekirin ên ku ji bo armanckirina welatiyên sivîl ên bêtawan dihatin gotin”.

Di pareka dî ya peyama xwe de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa Korbenda Davosê de nivîsiye, “Em dê sala bê bihêztir vebigerin Davosê”.

Şandeka Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îsal tevlî Korbenda Aborî ya Cîhanî (Davos 2024) bû û ji bo cara yekê Mala Kurdistanê li wê korbendê hat vekirin.

Di çarçoveya wê korbendê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya gelek kesatiyên mezin ên siyasî û aborî û bazirganî kir û gelek hevdîtin û civîn û danûstandin di warên cuda cuda de bi wan re kirin.

K24

Kurdistan Haberleri

SOHR: HSDê 40 endamên DAIŞê radestî Iraqê kirin
Ji bo derbaskirina krîza Kurdistanê, pêwîst e hilbijartin bên lidarxistin - Arif Qurbanî*
Mesrûr Barzanî ji Hikûmeta Iraqê re: Erkên xwe bicih bînin
ENKS: Sîstema nenavendî wê yekbûna Sûriyê biparêze
Sûriye | Ebû Şeqra yê di lîsteya terorê de bû fermandarê Herêma Cizîrê