Mesrûr Barzanî: “Di avakirina Kurdistanê de alîkariya me bikin”

.

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasima derçûna xwendekarên Zankoya Amerîka Kurdistanê ya Duhokê de axaftinekî kir. Barzanî ji xwendekaran xwest ku destekê bidin avakirina Kurdistanê, girêdayê demokrasiyê û mafên mirovan bimînin. Mesrûr Barzanî weha xîtabê xwendekaran kir:

“Em dixwazin hun bibin perçeyekî pêvajoya zêdekirina cûreyên çavkaniyên ekonomiyê, li Kurdistanê û li derveyê Kurdistanê xebatan bikin. Em weka hukumet, pêdiviya me bi we heye. Xwendekarên derçûyî ji bo avakirina Kurdistanê bila ji me re bibin destek. Em rêz li şiyanên we digrin. Em girîngiyekî mezin didin raman û rexneyê.

Asta zankoyê di qada navdewletî de tê zanîn û ji bo desteka zankoyê dikin, ez sipasiya wezareta karên derve ya Amerîkayê dikim. Dema min li Washington DC yê di zankoyê de dixwend, ez difikirîm ku derfetan bidin Kurdan, wê weka xelkên din, weka welatên din dê bi ser bikevin. Piştî van ramanên min 17 sal di şûnde, gêncên Kurdistanê di welatê xwe de, di asta bilind de perwerdê dibînin û me li Duhokê, Zankoya Amerîka Kurdistanê ava kir.

Dema ez li Amerîkayê xwendekar bûm, min hewl dida da serkeftina xwendekarekî Kurd nîşan bidim û ez dixebitîm da bibim xwendekarê herî baş. Armanca me, em bibin milletekî tije zanist û avakirina dahatûyekî baştir e. Ji bo bingeha merasimeka weha ji me re amade kirine, ez sipasiya hêzên Pêşmerge dikim.”

Kurdistan Haberleri

PWK Ewropa, salvegera 79 salî ya PDKê pîroz dike
Heyeta PWKyê li Hewlêrê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
Nebûna Kurdî di nav 8 zimanên xûtbeya Diyaneta Tirkiyê de rastî nerazîbûnan hat
Îdia: Piştî vekişîna Şamê, Macron dê rasterast bi Mezlûm Ebdî re bicive
Serok Barzanî: PDK di hemû qonaxan de hilgirê peyama aştiyê bûye