Mesrûr Barzanî bi şanda YE re civiya: Ewropa piştevaniya Kurdistaneke bihêz dike

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 8ê Adarê, li paytext Hewlêrê pêşwazî li şandeke parlamenterên Yekîtiya Ewropayê ya bi serokatiya Seroka Lijneya Pêwendiyên Ligel Iraqê Sara Skyttedal kir.

Hat ragihandin ku şanda Parlamentoya Ewropayê derbarê armanca serdana xwe ya Iraq û Herêma Kurdistanê de kurteyek pêşkêş kir û amadebûna xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Herêmê nîşan da.

Şanda Ewropayê herwiha bal kişand ser ku Parlamentoya Ewropayê piştevaniyê li Kurdistaneke bihêz li Iraqê dike.

Di civînê de derbarê girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser bingeha destûrê, danûstandina fikr û ramanan hat kirin.

Di civînê de, li ser hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê jî hat axaftin û Serokwezîr Mesrûr Barzanî, amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo encamdana hilbijartinan di nava îsal de dubare kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, behsa çaksaziyên Kabîneya Nehem ên di warên hemecûrkirina aborî û avakirina bingeheke bihêz a aboriyê de kir û derfetên sûdwergirtina ji pisporî û ezmûna pêşketî ya welatên Ewropayê hatin gotûbêjkirin.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt