Merz: Divê Îran vegere ser maseya danûstandinan

.

Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz, li paytext Berlînê bi Serokwezîrê Awistiryayê Christian Stocker re civiya. Di civîna rojnamevanî ya piştî hevdîtinê de, Merz tekez kir ku divê Îran aloziya li ser bernameya xwe ya nukleerî zêdetir neke û vegere ser maseya danûstandinan.

Di civînê de mijareke din a girîng jî biryara welatên NATO'yê ya zêdekirina lêçûnên berevaniyê heta sala 2035an ji sedî 5ê berhema wan a navxweyî ya brut (GDP) bû. Merz anî ziman ku ev biryar ne ji bo tu kesî hatiye girtin, berevajî vê yekê, ji bo guncandina bi rewşa metirsiyê re û zêdekirina budçeya berevaniyê ye ku ev demeke dirêj e diviya bihata kirin.

Herwiha, Merz bi Serokwezîrê Awistiryayê Stocker re şerê Rûsya-Ûkraynayê jî nirxand û got ku piştgiriya Almanyayê ya ji bo Ûkraynayê dê bidome û diyar kir, ew ê ji bo şandina peyameke zelal ji Washingtonê re jî xebatên xwe bidomînin.

Kurdistan Haberleri

Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye