Merîwan / Ji ber beşdariya Newrozê, rejîmê Îranê 5 Kurd desteser kirin

.

Li gorî raporeke Saziya Mafê Mirov a Hengawê, doh roja Înê, 21ê Adara 2025an, pênc welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Merîwanê yên Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya rejîma Îranê ve hatine desteserkirin. 

Hate ragihandin ku ev kes ji ber ku tev li pîrozbahiyên Newrozê bûne hatine desteserkirin ku nasnameya wan bi vî awayî ye: Aram Nîkpey (38), Mihemed Nîkpey (28), Mihemed Eştek (23), Tehsîn Dadres (31, girtiyê siyasî yê berê) û Bîlal Dadres (36).

Hengawê diyar kir ku dema desteserkirinê, çekdarên rejîma Îranê, tu belgeyeke hiqûqî nîşanî kesûkarên wan nedaye.

Aram, Mihemed Nîkpey û Mihemed Eştek ji gundê “Nê”yê yê Merîwanê ne, her weha Tehsîn û Bîlal Dadres jî ji gundê “Serdoş”ê yê heman bajarî ne. 

Çavkaniyeke Hengawê tekez kir ku desteserkirina van 5 Kurdistaniyan, ji ber tevlibûna wan a pîrozbahiyên Newrozê ye.

Tevî ku lêpirsînên domdar ên kesûkarên wan jî, saziyên rejîmê heta niha tu agahiyên zelal derbarê çarenivîs û rewşa wan de nedane.

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc