Merasima Salvegera şehîdkirina “Sarîna Saêdî” bi beşdariya xelkê Sinê bi rê ve çû

.

Roja Dûşemî 7ê Xezelwerê, bi hilkevta duyemîn salvegera şehdîdkirina “Sarîna Saêdî” li goristana “Bihişta Mihemedî”, bi beşdariya hejmareke zêde ji xelkê bajarê Sinê û malbatên şehîdên şoreşa Jînayê merasimek bi rê ve ço.

Roja Duşemî 7ê Xexelwerê, li duyemîn salvegera şehîdkirina “Sarîna Saêdî” ya temen 16 salî ji aliyê hêzên hov ên rêjîma Îranê, li giristana “Bihişta Mihemedî” ya wî bajarî, bi beşdariya hejmareke zêde ji xelkê bajarê Sinê û herwisa malbatên şehêdên tevgera “Jin Jiyan Azadî” û herwisa hejamreke zêde ji çalakvanên medenî û malbatên wan, yadê vê şehîdê bi bilind hate ragirtin.

Şehîd “Sarîna Saêdî” ya temen 16 salî li 4ê Xezelwera 1401 li birêveçona rêûresma çileya şehîdkirina “Jîna Emînî” li bajarê Sinê de kevte ber lêdan û kutana hovaneya hêzên tepeserker ên rêjîma Îranê û bi sedema derbên giran ên batuman bi serê vê keça Kurd, piştî rojek man li nexweşxaneya “Tohîd” a bajarê Sinê, şehîd bû.

Çavkanî: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Piştî lûtkeya NATOyê, biryar li ser çekdanîna PKKê tê dayîn
Senatoya Amerîkayê desthilatên şer ên Trump sînordar kirin
Sekreterê NATOyê: Eger Îran bigihe çekên atomê dê cîhan wêran bibe
CENTCOM: Hêzên me li Rojhilata Navîn di amadebaşiya herî bilind de ne
HRANA: Îranê vê mehê 127 kes îdam kirin