Merasîma bîranîna Şehîdên 1ê Sibatê hat birêkxistin

.

Merasîma bîranîna Şehîdên 1ê Sibatê, bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq, li ber monumenta Şehîdên 1ê Sibatê hat birêkxistin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di destpêkê de desteguleke dilsoziyê li ber monumenta şehîdên 1ê Şibatê danî, pişt re jî Seroka Parlamentoyê, nûnerê Serokatiya Herêmê û hejmarek ji nûnerên sazî û dezgehên hikûmî û partîtî û malbatên şehîdan, destegul danîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye, 1ê Şibata 2004an du teroristan xwe li baregehên Liqê 2 ê PDKê û Malbenda 3 a YNKê li Hewlêrê teqandin û di encamê de 103 kes ji endam, kadro, serkirdeyên her du partiyan û hejmarek ji welatiyên hatibûn pîrozbahiya Cejna Remezanê, şehîd bûn.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle