Memo Memoyî: Gelek Kurd li Rostovê hene û heta niha ti rewşeke neyînî nehatiye serê wan

.

Piştî kontrolkirina bajarê Rostovê ji aliyê hêzên Wagnerê ve, Berpirsê Revenda Kurdî li Sovyeta berê û Asyayê Memo Memoyî dide zanîn, hejmarek mezin ji Kurdan li bajarê Rostovê hene û heta niha ti rewşeke neyînî nehatiye serê wan.

Bajarê Rostovê yê li başûrê Rûsyaya Federal e, îro ji aliyê hêzên Wagner ve hat kontrolkirin. Fermandar Wagner Yevgeny Prigojin jî got, ew û alîgirên xwe li Navenda Fermandariya Başûr in û navendên leşkerî yên Rostov, di nav de firokxane jî, xistine bin kontrola xwe.

Di vê derbarê de, Berpirsê Revenda Kurdî li Sovyeta berê û Asyayê Memo Memoyî ji bajarê stavropol ê Rûsyayê ji K24ê re got: Pirsgirêka Fermandarê Wagnerê ya sereke bi Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê re ye, egereke mezin heye ku destê derveyî jî di vê rewşê de hebe.

Got jî: Hêzên Wagnerê îro bi tank û topan ketin bajarê Rostovê û dest daniye ser dam û dezgehên bajarê, lê ew di bajêr de ji aliyê hêzên rûsî ve hatine dorpêçkirin.

Li ser pirs ku eger heye ev pirsgirêka li Rûsyayê rû daye, bendorê li karînên Rûsyayê yên di şerê li Ukraynayê de bike, Memo Memoyî got: “Bi baweriya min, ev yek bandorê li şerê li Ukraynayê nake, Rûsya dikare bi awayekî girantir jî li Ukraynayê bide.”

Memo Memoyî da zanîn jî, hejmarek mezin ji Kurdan û bi taybet Kurdên Êzidî li bajarê Rostovê hene û ew bi wan re di pêwendiyê de ne û diyar kir jî, heta niha ti rewşeke neyînî nehatiye serê wan.

Nûçe: Kurdistan 24

Kurdistan Haberleri

Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî
Şirketa Çînî li Xaneqînê rezervên nû yên petrol û gazê dîtin