Mela Bextiyar: “Divê em Herêma Kurdistanê weka çavên xwe biparêzin”

.

 Endamê Konseya Siyasî ya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan Mela Bextiyar piştî jehrê danê û li Almanya tedawiya xwe kir, dageriya Herêma Kurdistanê û li ser Kurdistanê peyaman da. Mela Bextiyar di civîna çapemeniyê de weha got:

“Divê em Herêma Kurdistanê weka çavên xwe biparêzin. Bila kes bende nebe ku ez ê tewrê xwe biguherînim. Ez ê weka berê bimînim. Ez ê li hemberê gendeliyê derêm û kesên derên jî destek bikim. Bi kiryarên wan, dilê xelkê birîndar bû. Em ê her şaşiyê rexne bikin. Bila kes bende nîn be ku ez ê ji prensîbên xwe tawîzan bidim.”

Mela Bextiya ji ber di nav partiya xwe de hinek kesan jehrê dabûnê, wê sibê siet di 11.00 an de li ser gora Mam Celal daxwuyaniyê bide çapemeniyê.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle