Mela Bextiyar: Biryara Dadgeha Federal nayê qebûlkirin

.

 Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar di derabrê  biryara Dadgeha Federal de axivî û diyar kir: “Min biryara Dadgeha Federal qebûl nekiriye û niha jî qebûl nakim, çimkî ew biryar berevajî destûra Iraqê ye.”

Mela Bextiyar da zanîn: “Mafê sirûştî yê petrol û gaza nehatiye derxistin, mafê Herêma Kurdistanê ye û di destûrê de ti amajeyek ji bo wan nehatiye kirin, ku nabe dest bidin ser petrola nehatiye derxistin.”

Herwiha Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyan a YNKê destnîşan kir: “Dema biryarê û armanca wê siyasî ye û divê Herêma Kurdistanê ligel Dadgeha Federal û Parlamentoya Iraqê li ser vê mijarê civîneke têr û tije bike û pisporên yasayan di rûniştinê de roleke aktîv bilîzin.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle