Mehmûd Mihemed: PDK û Yekgirtû li hev kirin ku bi yekdengî pirsgirêkan çareser bikin

.

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihand, PDK û Yekgirtû li ser çareserkirina pirsgirêkan bi yekrêziyê li hev kirine.

Şanda bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku ji Fazel Mîranî, Mehmûd Mihemed, Hoşyar Zêbarî û Cafer Êmînkî pêk dihat, îro Çarşemî li bajarê Hewlêrê, ligel Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn civiya.

Piştî civînê Berdevkê PDK'ê Mehmûd Mihemed û Rêveberê Encûmena Cibicîkirinê ya Yekgirtû Xelîl Îbrahîm civîneke çapemeniyê li dar xistin. Mehmûd Mihemed ragihand, di civînê de rewşa navçeyê û Herêma Kurdistanê û çawaniya dîtina çareseriya pirsgirêkan hat gotûbêjkirin.

Li gor Mehmûd Mihemed, PDK û Yekgirtû li ser çareserkirina pirsgirêkan bi yekrêziyê li hev kirine û tekez jî li ser wê yekê kirin ku ti pirsgirêkeke wan ligel Yekgirtû nîne û roleke baş ya Yekgirtû li Herêma Kurdistanê heye.

Derbarê pirsgirêkên di navbera PDK û YNKê de, Berdevkê PDK tekez kir ku, divê kêşeyên di navbera her du aliyan de bi rêya diyalogê bên çareserkirin û her du alî guh bidin hev. Herwiha got: “Pêwîst e YNK û PDK bi rêya medyayê têbîniyan arasteyî hevdu nekin û PDK jî bi rêya medyayê bersiva YNKê nade.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye