Mehmet Kaya pêşniyarekê ji bo çareseriya nakokiyên li ser zeviyan dike

.

Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Diyarbekirê Mehmet Kaya dibêje, divê komisyonek ji bo çareserkirina pirsgirêka li ser zeviyan bê pêkanîn.

Li gundê Şidadê yê ser bi Bismil a Diyarbekirê 15ê Hezîranê di navbera du malbatan de ji ber nakokiyên li ser zeviyan şer derketibû û 9 kes hatibûn kuştin û 2 kes jî birîndar bibûn.

Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Diyarbekirê Mehmet Kaya got; divê komîsyenek nû ku ji rûspî, giregirên civakê, rayedarên dewlet û dadgehê pêk tê, bê avakirin û van nakokiyên li ser zeviyan çareser bikin.

Mehmet Kaya dibêje; bi saya vê komîsyonê dê dozên ku di 50-60 salan de nehatine çareserkirin û bûne sedema kuştin û aloziyan, dê zûtir û bêpirsgirêk bêne çareserkirin.

Mehmet Kaya dibêje; divê hin rêkarên nû ji bo kontolkirina çekan bên bên ragihandin û rê neyê dayîn ku her kes xwedî çek be.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’