Mehma Xelîl: Divê hêzên biyanî ji Şingalê werin derkirin

.

Parlamenterê Kurdê Êzidî yê li Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl derbarê asayîkirina rewşa Şingalê de, çend pêngav ji bo vegerandina Êzidiyan bo navçeyê eşkere kirin.

 Parlamenterê Kurdê Êzidî yê li Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl derbarê asayîkirina rewşa Şingalê de, çend pêngav ji bo vegerandina Êzidiyan bo navçeyê eşkere kirin û daxwaz jî dike ku navçe ji çek were paqijkirin û hêzên biyanî  jî werin derkirin.

Şandeke hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê û Saziya Êzidiyan a Navdewletî li ser nasandina jenosîda Êzidiyan, bo parlamentoya Almanyayê hat bangkirin û li wê derê ligel 25 endamên Parlamentoya Almanyayê civiyan.

Parlamenterê Iraqê Mehma Xelîl ku endamê şandê bû, behsa rewşa awareyên Êzidî yên li kampan û astengiyên li ber rêkeftina Şingalê kir.

Xelîl eşkere kir ku paqijkirina Şingalê ji çekan, derkirina hêzên biyanî ji navçeyê, cîbicîkirina rêkeftina Şingalê ya navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê bi serperiştiya navdewletî, dikare bibe çareserî ji bo vegerandina Êzidiyan bo Şingalê.

Mehma Xelîl tekez kir ku divê Şingal bibe parêzgeh, da ku taybetmendiyên xwe biparêze, bi hevkariya navdewletî ew navçe were avakirin û xelkê Şingalê werin qerebûkirin.

K24

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle