Meha çiriya pêşîn 48 jin hatine kuştin

.

 Li gorî rapora Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin, çiriya pêşîn a îsal li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 48 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin ku ev amarên herî bilind ên 14 salên dawî ne.

Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin rapora xwe ya Çiriya Pêşîn a 2024an eşkere kir.

Li gorî raporê, meha borî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 48 jin hatine kuştin û 23 jin jî bi awayekî biguman mirî hatine dîtin.

Piraniya jinan ji aliyê hevjîn û destgirtiyên xwe ve hatine kuştin.

19 jin ji aliyê hevjînê xwe ve, 5 jin ji aliyê zilamê ku pêre bûn ve, 3 jin ji aliyê bav ve, 6 jin ji aliyê kesekî nas ve, 4 jin ji aliyê xiziman ve, 3 jin ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve, 3 jin ji aliyê destgirtiyê xwe yê berê ve, 2 jin ji aliyê birayê xwe ve û 2 jin jî ji aliyê kurê xwe ve hatine kuştin.

Her wiha kujerê jinekê nehatiye zanîn.

33 jin bi çekê, 12 bi amûrê birînê, jinek bi lêdanê, jinek hatiye xeniqandin û yek jî bi lêxistina otomobîlê hatiye kuştin.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê