Medyaya Rûsî: Rûsyayê 20 firokeyên cengî şandin Qamişlo

.

Çend malperên nêzî Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê îdîa dikin ku piştî gefên Tirkiyê yên jibo destpêkirina operasyoneke nû di nav axa Sûriyê de û êrişa li ser Rojavayê Kurdistanê, Rûsyayê 20 firokeyên cengî şandin Sûriyê û li baregaha Rûsî ya li Qamişlo hatin bicihkirin.

Medyaya Rûsî behsa veguhestina 4 firokeyên MiG-29, 5 firokeyên Su-35 û 12 firokeyên Su-34 bo baregeha hewayî ya Rûsî li Qamişlo dikin.

Çavkanî herwiha ragihandine ku herî kêm 2 helîkopterên êrîşkar ên ji corê Ka-52 jî li baregeha hêzên esmanî ya Rûsyayê li Qamişlo hatine dîtin.

Hin jêder îdîa dikin ku, firokeyên cengî rasterast ji nav axa Rûsyayê bi rêya esmanê Îran û Iraqê re derbasî axa Sûrî bûne.

Ev yek di wê demê de ye ku Tirkiyê berî niha Rûsya bi piştgirîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tometbar kiribû.

Bi nêrîna hin çavdêran, veguhastina hejmareke ewqas zêde ya firokeyên Rûsyayê bo Sûriyê nîşan dide ku Rûsya amadekariya operasyoneke leşkerî ya berfireh dike.

Heya niha ti şîroveyên fermî li ser vê yekê ji fermandariya hêzên esmanî yên Rûsyayê li Sûriyê tune ne.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî debrarê veguhastina firokeyên cengî yên bo Binkeya Leşkerî ya Rûsya ya li Firokexaneya Qamişlo ti daxuyaniyek belav nekiriye.

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk Li Îzmîrê Konferansek Li Dar Xist
Civîna Faqiyê Teyran – Komela Nivîskaran li Almanyayê (FKSD) li bajarê Bottrop Pêk Hat
Dilşad Şehab: Nêçîrvan Barzanî bi berpirsên Sûriyeyê re parastina mafên Kurdan gotûbêj kir
Îran: Rêkeftin hebe an jî nebe, em dewlemend kirina uranyûmê ranawestînin
Guterres: Em ji dan û standinên Kurdan û Şamê bi hêvî ne