Medyaya fermî ya Tirkiyê: Berpirsê îstîxbarata PKKê li Silêmaniyê hat kuştin

.

Medyaya fermî ya Tirkiyê îro ragihand, saziya îstîxbarata niştimanî ya wî welatî (MÎT) li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê berpirsekî pilebilind ê PKKê ku plandanerê kuştina dîplomatekî Tirkiyê yê li Hewlêrê bûye, kuştiye.

Ajansa fermî ya Tirkiyê di nûçeyeke bilez de ragihandiye, Berpirsê Îstîxbarata PKKê li Iraqê Celal Kaya di operasyoneke MÎTê de li bajarê Silêmaniyê canê xwe ji dest daye.

Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, ew berprisê PKKê teşwîqkarê êrîşa ser dîplomatê Tirkiyê yê li Hewlêrê Osman Kose û kuştina wî bûye.

Ji aliyê PKKê ve derbarê mijarê de hêj ti daxuyanî nehatine dayîn.

Derbarê dem û çawaniya operasyonê de ti hûrgilî nehatine ragihandin.

Osman Kose karmendê Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê bû û roja 17ê Temûza 2019an di bûyereke teqekirinê de li xwaringeha Huqqabaz a li bajarê Hewlêrê tevî du hemwelatiyên Herêma Kurdistanê yên bi navên Osman Mihemed Elî û Beşdar Remezan Salih hat kuştin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle