Medya Swêd: Tirkiyê li beramber endamtiya NATOyê îstifaya Wezîrê Swêd xwest!

.

Li gorî nûçeyeke di medya Swêd de hatiye weşandin, hat diyarkirin ku Tirkiyê li beramber destûrdana endamtiya NATOyê daxwaza îstifaya Wezîrê Berevaniya Swêdê Peter Hultqvist kiriye.

Herwiha li gorî heman nûçeyên li ser mijarê belav bûne, Tirkiyê ji Swêd rakirina ambargoya çekan, bidawîkirina alîkariyên çek û leşkerî bo PYD/PKKê û guhertina yasayên têkoşîna dijî terorê ji welatê Swêd kiriye.

Rojnameya Expressen jî belav kiriye ku Enqerê herwiha ligel wan daxwazan, daxwaza ji kar dûrxistina Wezîrê Berevaniyê Hultqvist jî kiriye ku tê îdiakirin sala 2011an beriya bibe wezîr, çûye çalakiyeke ji aliyê PKKîyan ve hatiye organîzekirin.

Hultqvist li ser vê daxwaza Tirkiyê gotiye: "Wekî berê niha jî dibêjim ku baweriya min bi rêyên demokratîk a çareserkirina pirsa Kurd heye û pêwîste bi mizakereyan bê kirin. Min ti carî ji bilî rêbazên aştîyane ti rê neparastiye û min terorîzm red kiriye. Ji bilî vê ti şîroveya min nîne.”

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt