Meclisa Tirkiyê parêzbendiya Semra Güzel rakir

.

 Parlementera HDP ê ya Diyarbekirê Semra Güzel bi sedema ku bi destgirtiyê xwe bi Volkan Bora re li çiya wêne kişandibû û ji dosya Bora ya dadgeha Meletiyê hatibû belavkirin û ev demekiye ku di rojeva Tirkiyê de, bû sedema gelek munaqeşeyan. Destgirtiyê Semra Güzel di PKK ê de gerîllabû û di operasyonekî de hatibû jinavbirin. Wêne di nav eşyayên wî de derketibûn.

Dosya di meclisa Tirkiyê de hat niqaşkirin û ket ber dengdanê. Li ser navê Semra Güzel seroke grûba HDP ê 3 siet axifî û wê parast.

Di encamê de bi piraniya dengan parêzbenda wê hat rakirin. Di dengdanê de 327 dengên erînî û 52 deng jî bi neyînî hatin dayîn.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin