Me Jenosîda Gelîyê Zîlanê Ji Bîr Nekirîye û Em Ji Bîr Nakin Jî

.

Di dema Serîhildana Agirîyê de, di roja 13yê Temûza 1930an de Dewleta Tirkîyeyê li Gelîyê Zîlanê jenosîdeke mezin pêk anî.

Jenosîd bi fermandarîyê General Salih Paşa yê Fermandarê Kolordîya Dewleta Tirkîyeyê hate li dar xistin. Di Jenosîda Gelîyê Zîlanê de, 15.000 Kurd hatin qetil kirin ku di nav wan de gelek zarok, jin û pîr jî hebûn.

Di 95emîn salvegera Jenosîda Gelîyê Zîlanê de em careke din dibêjin ku me Jenosîda Gelîyê Zîlanê Ji Bîr Nekirîye û Em Ji Bîr Nakin Jî.

Em qesasên jenosîda Zîlanê rûreş dikin û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.

13.07.2025

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye