Me dilsozekî miletê Kurd û xebatkarekî doza kurdistanê wenda kir

.

"Abît Gurses ji destpêka xortaniya xwe heta roja dawîn ku îro jiyana xwe ji dest da, di têkoşîna welatek serbixwe û miletek azad de, bi xebata xwe, bi fikrê xwe beşdar bû.

Abit bi salan di nav refê Rizgarî de wek kadirek pêş xebat kir. Ew kedkarekî esasî yê Kurdistan Pressê bû.

Em spasdarê Abît Gurses in ku di destpêka damezrandina PAKê de li Almanya, Hollanda û Îngilîstanê di milê me de wek piştgirekî me, xwest em PAKê li Ewropa berfireh bikin.

Em wek rêvebirên PAK-Ewropa gelek xemgîn in. Bila serê Hundurîn, lawên wî Mîran û Goran, serê bira û malbata wî ya fireh, em heval û hizkirên wî û Kurdistanê sax be."

Meclîsa Piştgirên PAKê Li Ewropayê

 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin