McGurk: Wê piştevaniya Amerîka ya ji bo yekxistina Pêşmerge bidome

.

Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl û Berpirsê Koşka Spî ya Amerîkayê yê Karûbarên Rojhilata Navîn Brett McGurk, li ser rewşa niha ya herêmê û pêvajoya çaksaziyê ya hêzên Pêşmerge civiyan.

Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê ragihand, Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl û Berpirsê Koşka Sipî yê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Brett McGurk doh 6ê Tebaxê li Washingtonê civiyan û diyar kir, di civînê de her du aliyan tekezî li ser pabendbûna bi hevbeşiya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de û jinavbirina yekcarî ya DAIŞê kirin.

Wezaretê da zanîn, di beşeke din a hevdîtinê de, guftûgo derbarê girîngiya yekxistina hêzên Pêşmerge di bin sîwana Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê de hatin kirin.

Di civînê de McGurk diyar kir ku ji bo pêngavên proseya yekxistina hêzên Pêşmerge baştir û bilez pêk were, hevkarî û alîkariyên Amerîka û hevpeymanan dê berdewam bin.

Wezareta Pêşmerge da xuyakirin ku di civînê de Serokerkanê Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Iwêz û Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka Beyan Samî Ebdulrehman jî amadehî kirin.

Kurdistan Haberleri

SOHR: Çekdarên Emşatê û Îstixbarata Tirkiyeyê bi ser mala Kurdekî de girt
PDK û YNK civiyan
Bandora Kurdan a li birêvebiriya Kerkûkê kêm dibe
Rapora NY: Di bûyerên perava Sûriyê de 1700 kes hatin kuştin
Pûtîn: Amerîka ‘hewleke jidil’ bo çareserkirina krîza Ukraynayê dide