McGurk: Washington bi rêkeftina stratejîk a bi Iraqê re pêbend e

.

Amerîka pabendbûna xwe bi rêkeftina stratejîk a ligel Iraqê tekez nîşan dide û tekez dike, ew Iraqê ji bo êrîşkirina ser welatên herêmê bi kar nayîne.

Rêkxerê Asayişa Netewî ya Amerîka ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Brett McGurk ragihand, Amerîka bi rêkeftina stratejîk a di navbera Washington û Bexdayê de pabend e.

Amerîka û Iraqê di çarçoveya diyaloga stratejî de li hev kirin, Amerîka heta dawiya îsal, dê hêzên xwe yên şerker ji Iraqê vekişîne û dê tenê di warê şêwir, rahênana serbazî û şerê terorê de alîkariya Iraqê bike.

Wî berpirsê Amerîkî tekez kir jî, Amerîka xak, asman û ava Iraqê ji bo êrîşkirina li ser welatên herêmê bi kar nayîne.

Herwiha diyar kir, Piştevaniya Amerîka ji Iraqê re dê berdewam be, bi taybet di ware rûbirûbûna terorê de.

Ev daxuyaniya Mcgurk, di çarçoveya hevdîtina wî bi Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî de hat ku  Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller jî amade bû

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin