McDonalds dixwaze kartolên ku li Herêma Kurdistanê tên hilberandin bikire

.

Piştî Îmarat (Îmarat) welatên din ên Kendavê jî dixwazin kartolên ku li Herêma Kurdistanê tên hilberandin bikirin.

Li gor daxuyaniya hikûmetê, piştî ezmûneke baş di çend hefteyên borî de di hinartina kartol bo Îmaratê de, çend welatên din ên Kendavê jî daxwaza kirîna kartolên bi asta bilind ên ku li Herêma Kurdistanê tên berhemanîn, kirine.

Berpirsê firoştina kompaniya veberhênanên çandiniyê yên Kurdistan-Hollanda Loqman Hacî ragihand, piştî serdana balyozê Îmarata Erebî ya Hewlêrê bo embarên wê kompaniyê, vê dawiyê wan 300 ton kartolên ku cotkarên Kurd berhemanîbûn, hinardeyî Îmaratê kirin.

Hacî bal kişande ser wê yekê ku gelek welatên din wek Kuweyt, Behreyn, Erebistana Siûdî û Yunanîstanê jî amade ne ku kirînê bikin û got: "Niha Îmarat daxwaza 3 hezar ton zêde kiriye û bi îzna Xwedê dê di demek nêzîk de ji wan re were hinardekirin. "

Li gorî Hacî, hin daxwaz ji xwaringehên McDonalds ên welatên Kendavê tên.

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin