Mazlûm Kobanî li ser rakirina Cezayên Sezar peyamek belav kir

.

Fermandarê HSDê Mazlûm Kobanî li ser rakirina Cezayên Sezar ên ji ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên di bin kontrola desthilata HSDê de peyamek belav kir û got: “Ew ê hêviyê bide hemû gelê Sûriyê.”

Hikûmeta Amerîkayê biryar da ku Cezayên Sezar ji ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên di bin kontrola desthilata HSDê de rake.

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Kobanî li ser hesabê xwe yê Twitterê eşkere kir: “Em destûrnameya Amerîkayê ji bo herêmên #AANES ji bo ji nû ve avakirina jêrxanê û piştgiriya aboriya me dinirxînin, ev pêngaveke ku wê li dijî DAIŞê derkeve û hêviyê bide hemû gelê Sûriyê. Em pêşwaziya hemû kompanyayan dikin ku li vir veberhênanê bikin.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle