Mazlûm Kobanî bi şandeke Amerîkî re civiya

.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mazlûm Kobanî, bi şandeke Amerîkî re civiya û rewşa navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotûbêj kirin.

Li gor zanyariyan, şanda Amerîkî ya bi Serokatiya Cîgirê Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Ethan Goldrich, ji aliyê Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî û fermandara YPJê Newroz Ehmed ve hat pêşwazîkirin.

Hat ragihandin, her du aliyan di civînê de tekezî li ser girîngiya ewlehî, aramî û rêkeftina agirbestê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

Şanda Amerîkî ya bi Serokatiya Cîgirê Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Ethan Goldrich, hejmarek ji berpirsên bilind di nav de bû, ji Tirkiyê gihişt Rojavayê Kurdistanê.

Di civînê de serokê şandê ji fermandarê HSDê re got, ew bi dewletên pêwendîdar re di têkiliyê de ne, ji bo welatiyên xwe ji her du kampên Hol û Roj vegerînin, ku bi hezaran girtî ji çekdarên DAIŞê li wan deran hene.

Kurdistan Haberleri

Ji ber gendeliyê bi dehan parlamenter û berpirsên Îraqî hatin desteserkirin
Egîdê Kurdan di boksê de bû Şampiyonê Cîhanê
Cenazeyê Pêşmergeyekî PAKê li otelekê hat dîtin
Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat