Mazlûm Ebdî li ser hevdîtina HSDyê û hikûmeta Şamê daxuyanî da

.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî li ser danûstandinên li gel danûstandinên nû ya Şamê axivî. 

Mazlûm Ebdî di daxuyaniya xwe ya ji bo Ajansa Nûçeyan a Bakur (North Press Agency) de diyar kir ku di mijara tevlîbûna artêşê de li gel hikûmeta Şamê di nava têkiliyê de ne û di hin waran de lihevkirin çêbûne. 

Ebdî da zanîn ku “Di hefteyên pêş de dikarin encamên konkret ji van hevdîtinan derkevin, lê belê desttêwerdana Tirkiyeyê rê li ber pêşketina lihevkirinên li gel hikûmeta Şamê girt” û wiha got: 

“Mijarên ku li ser wan lihevkirin çêbûne ji ber vê sedemê nayên ragihandin.”

Ebdî di 21ê Sibatê de ji rojnameya The Guardian a Brîtanyayê re jî got, 

”Em dixwazin li gel rêveberiya nû ya Şamê ji bo pêşeroja Sûriyeyê kar bikin û em dikarin bi hev re Sûriyê ava bikin.”

Kurdistan Haberleri

Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide
JD Vance: Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherînin
Şikefta Hezar Mêrd.. Cihekî ji serdema kevirî li Silêmaniyê
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK