Mazlûm Ebdî: Heger şer derkeve dê her kesî bide ber xwe

.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî li ser bombebarana artêşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da û got, “Heger şer derkeve dê her kesî bide ber xwe. Êrîş wê tenê bi herêmên me yên ku niha di bin bombebarana hovane de ne, sînordar nebin.”

Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li dijî gelek cihên li Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê êrîşên hewayî pêk anîn.

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê Tirkiyê de, li ser êrîşên hewayî hat ragihandin ku li dijî herêmên ku li Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê weke baregeh tên bikaranîn, "Operasyona Hewayî ya Pençe-Şûr" hatiye kirin.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê têkildarî êrîşan got, “Bombebarankirina xalên ewle ji aliyê Tirkiyê gefê li tevahiya herêmê dixwe. Ev bombebaran sûdê nade ti aliyan. Ji bo pêşîgirtina li kareseteke mezin em hemû hewlan didin.”

Mazlûm Ebdî her wiha anî ziman, “Heger şer derkeve dê her kesî bide ber xwe. Êrîş wê tenê bi herêmên me yên ku niha di bin bombebarana hovane de ne, sînordar nebin. Em bang li malbatên xwe dikin ku li malên xwe bimînin û talîmata Hêzên Asayîşê bi cih bînin.”

.

Daxuyaniya SOHRê

Rewangeha Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye, ragihand ku di encama bombebaranê de herî kêm 6 endamên HSDê canê xwe ji dest dane û her wiha 6 leşkerên Sûrîyê jî hatine kuştin.

Rêveberê SOHRê Ramî Abdulrehman ji AFP re got ku bombebaranê çeperên QSD li Heleb û parêzgeha Hesekê kirin armanc.

Ramî Abdulrehman her wiha diyar kir ku di wan êrîşan de çeperên artêşa Sûriyê yên li Reqa û Hesekê jî hatine armanckirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle