Mazlûm Ebdî: Ger Tirkiye êrîş bike, divê Şam asîmanî biparêze

.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ragihand ku di hegera operasyoneke leşkerî ya Tirkiyeyê de divê rêveberiya Şamê, li dijî balafirên şer ên Tirkiyeyê, pergala parastina asmanî bikar bîne.

Mazlûm Ebdî, bi rêya telefonê gotarek da Reutersê û ragihand ku ger operasyoneke leşkerî ya Tirkiyeyê li dijî Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê çêbibe, ew ê bi hêzên Hikûmeta Sûriyê re di nav hemahengiyê de bin û ew, bi awayekî erênî li hemahengiya ligel Hêzên Hikûmeta Sûriyeyê dinihêrin.

Ebdî di berdewamiya axaftina xwe de daye zanîn ku karê wan ê sereke, parastina xaka Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ye û nabe tu kes ji vê rewşê sûd werbigire. Mazlûm Ebdî got,“Hevahengiya leşkerî ya zêdetir bi Şamê re dê li ser Rêveberiya Xweser nebe gef.”

Mazlûm Ebdî da zanîn ku ger operasyoneke nû were kirin, dê nêzîkî milyonek mirov koçber bibin û destnîşan kir ku HSD dê neçar bibe ku li eniyên berfirehtir şer bike. Mazlûm Ebdî got ku ev rewş dikare valahiyên ewlehiyê li kamp û girtîgehên ku çekdarên DAIŞê lê ne, çêbike ku di destên HSDê de ne. Fermandarê HSDê eşkere kir ku  ew nikarin di du eniyan de şer bikin û got: “Em hêvî dikin ku di hevdîtina Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu de alozî kêm bibe.”

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt