Mazlum Ebdî: Erka Ahlaqî ya Amerîka ye ku Operasyona Tirkîyê Rawestîne

.

Fermandarê Giştî yê Hezên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî roja Çarşemê ji medyaya Amerîkî re got ku jibo Amerîka erkeke ahlaqî ye ku jibo pêşîgirtina operasyoneke bejeyî ya Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan pirtir bizavan bike.

Ebdî ji malpera Axios re got ku li gor pêzanînên wan Tirkîyê ji komên bin kontrola wê re gotiye ku xwe ji operasyoneke bejeyî re amade bikin.

Wî got ku rêvebirîya Biden hîn jî dikane Erdogan qane bike ku dest ji operasyoneke wiha berde.

"Me di şerê dijî DAIŞ’ê de berdelên giran dan û pirtir ji 12 hezar şervanên me canên xwe ji dest dan. Em û gelê me bawer dikin ku erkeke ahlaqî li pêş Washington û hêzên din e ku malbatên wan şehîdan û gelê vê herêmê biparêzin," Ebdî got.

Wî got ku Tirkîye demek e hêdî hêdî hazirîya operasyonekê dike û niha hewil dide ku reaksîyina Amerîka û Rûsyayê bipîve.

"Bi bawerîya min ger ew bibînin ku ji hêzên mezin nerazbûneke xurt tuneye, wê çaxê ewê dest bi operasyonê bikin. Lê, em dibînin ku bertekên heta niha têrî pêşîgirtina operasyoneke wiha nakin,” Ebdî got.

Kurdistan Haberleri

Xalîd Ezîzî: em sipasiya piştgîriyên Tiramp bo pêşvebirina demokrasî li Îranê de dikin
Antonio Tajani: Em dê bi her awayî piştgiriya Herêma Kurdistanê bikin
Parlamentoya Ewropayê: Bila baregehên Amerîkayê werin girtin
Daxuyaniya yekem a Rêberê Nû yê Îranê
Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê: Êrişî baregeha me ya li Hewlêrê hat kirin