Mazlûm Abdî: “Bo Sûriyekî aram û bi îstîqrar agirbesekî berfireh pêwiste”

.

 Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Abdî ragihand ku bo Sûriyekî aram û bi îstîqrar, agirbesekî berfireh pêwiste û serkeftina pêvajoya demkî girêdayê agirbesêye.

Mazlûm Abdî, îro an ku di 17 Adara 2025an de, ji ber di êrîşâ Tirkiyê de li Kobaniyê, ji heman malbatê 9 kes hatin kuştin, di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de ragihand:

“Malbatekî li gundewarê Kobaniyê, di êrîşa bombebarana Tirkiyê de, ji heman malbatê 9 hatin kuştin. Ji malbata wan re sersaxiyê dixwazim û bo birîndaran şîfayê dixwazim. Malbata cotiyar û zarokên wan xistine hedefa xwe û ev sûcekî li hemberê miroviyêye.

Divê hukumeta demkî ya Sûriyê, berpirsiyariya hemwelatiyên xwe ya ji aliyê dewletên din de tên kuştin, bigre ser xwe. Bang dikim ku koalîsyona navdewletî bo êrîş bi dawî bibin, bikeve nav tevgerê.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle