Maruf Yilmaz kî ye?

Maruf Yilmaz

Maruf Yilmaz di sala 1961ê de li Amedê ji dayîka xwe bûye. Lê di nasnameya wî de 1963 hatiye nivîsîn. Ew endamê komeleya akademîkerên Swêdê û Yekitiya mamosteyên Swêdê ye. Maruf, wekî lêkolîner, lektor, perwerdekar û mamosteyê zimanê zikmakî û pedagojiyê kar kiriye. Maruf Yilmaz hindava “Bachelor of Arts, Child and Youth Studies“ (bi swêdî Filosofie Kandidatexamen” Barn-och ungdomsvetenskap, bi kurdî ”Zanistiya Zarok û Ciwanan”)”, Stockholms universitet (2006) û Pedagogî, ”Degree Of Master In Science In Education”, Södertörn University“ (2015) kuta kiriye. Ji bilî van her du examenên bingehîn jî, beşa Mamosteyiya Xwendegeha Bilind “Lärarutbildning, Lärarhögskolani Stockholm“ xwendiye û di sala, 2005an de kuta kiriye. Maruf Yilmaz ji bilî Examêna jorîn, gelek kursên lêkolînî yên doktoremendî, di derbareya Pedagojî û  zaninstîya zarokan de, li “Stockholms Universitetê” xwendiye. 

Maruf Yilmaz, lêkolîner, nivîskarê perwerdekarê pedagojiyê û mamosteyê zimanê swêdî – kurdî ye. Ew di redaksiyona kovara Rastî û xwediyê Kovara Şano û Sînema, Kovara Jîndanê de ye. Kovara Jîndan û Şano û Sînemayê bi amatorî hatibûn weşandin (hatin çapkirin). Maruf avakarê saziya ”Barn-och ungdomsvetenskaps och kunskapstolkning”, bi kurdî ¨Şîrovekirina Zanistiya  Zarok û Ciwanan û Wateya Têgihîştina Zanyariyê” ye. Maruf Yilmaz, dibistana destpêkê û lîseyê, beşa perwerdeya zarokên 1-6 salî ya ”Barnskötare-linjen“ (Lîse) li Swêdê” kuta kiriye.Paşê, piştî lîsê, beşa avakirina birêvebiriya zarokxaneyê (birêvebirê pêşdibistanê) li xwendegeha şaredariya Stockholmê (2000)” xwend û dîplomê wergirt. 

Maruf Yilmaz, pirtûkên xwe bi kurmancî, zazakî û swêdî nivîsîne:

Maruf Yilmaz (1985), Alfabeya kurdî, Stockholm: Weşanxana Jîndan

Maruf Yilmaz (1991), Gur û heft karik; (wêne: Lena Lindqvist), Stockholm: weşanên Sara,

(Gur û heft karik yek ji wan navdartirîn, çîroka kurdî ye. Bi sedan fîlmên Gur û heft Karik hatine kopyekirin û dizîn).

Maruf Yilmaz (1991), Çend têbîniyên li ser rêzimanê kurdî, Hägersten/Stockholm: Weşanên Jîndan

Maruf Yilmaz (1996), Ahmey Temî, fistonikê dimilkî, Stockholm: Weşanxana Jîndan

Maruf Yilmaz (1992), Qedera Nivisandi dramatik- şano, Stockholm: Weşanên Jîndan

Maruf Yilmaz (2007), Pedagogogî, Stockholm: Weşanxana Jîndanê.

Lärarhögskolan (Universitet) i Stockholm Institutionen för individ, omvärld och lärande Av: Maruf Yilmaz Modersmålslärares och deras elevers uppfattningar om modersmålsundervisningeni skolan, 2006 Södertörns högskola/Institutionen för kultur och kommunikation

Hur blev jag den jag är? Södertörns högskola/Södertörn University 2015...