Mark Rubio: Divê Iraq rêzê li kompaniyên me û otonomiya Kurdan bigire

.

 Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand, berpirsên Iraqê daxwaza xwe ji bo pêwendiyeke baştir û nêzîktir bi Amerîkayê re nîşan dane. Rubio tekez kir, bingeha sereke ya vê yekê, rêzgirtina ji otonomiya gelê Kurd û kompaniyên Amerîkî yên li Iraqê kar dikin e.

Marco Rubio îro 21ê Gulanê di daxuyaniyekê de got: "Me amaje bi wê yekê kiriye ku şêwaza me ya danûstandinê bi Iraqê re, otonomiya ku Kurd li wî beşê welat xwediyê wê ne û rêdana bi geşepêdana aborî ye ku rê li ber geşbûn û serkeftina wan vedike."

Wezîrê Amerîkî herwiha da zanîn, wan ji berpirsên Iraqî re aşkera kiriye ku ji bo pêwendiyeke baştir, divê rêz li kompaniyên Amerîkî yên li Iraqê dixebitin û rêz li otonomiya gelê Kurd bê girtin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle