Marco Rubio: Amerîka rê nade Îran bibe xwedî çekên atomî

.

Ev daxuyaniya Marco Rubio di dema beşdarbûna wî ya di civîna Wezîrên Derve yên NATOyê de li Brukselê hat dayîn, ku tê de eşkere kir: “Donald Trump ji nêz ve çavdêriya vê mijarê dike û bi kelecaneke mezin li benda gavên pêşerojê ye.”

Rubio herwiha amaje bi wê yekê kir, “Ti welatek li cîhanê naxwaze Îran bibe xwediyê çeka etomî û ev yek nîşan dide ku Washington dê li ser hewlên xwe yên dîplomatîk berdewam be, ji bo misogerkirina ku Tehran nikaribe bigihîje vê armancê.”

Pêştir jî, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû, derbarê gihiştina lihevkirinekê li ser bernameya atomî, wî nameyek ji Rêberê Bilind ê Îranê re şandiye.

Trump herwiha aşkere kir, Washington ji bo çareserkirina krîzan du vebijêrkan li ber çavan digire, ew jî leşkerî û dîplomasî ne, lê danûstandin ji bo wî, di rêza yekem de ye.

Di sala 2015an de, Îran, Brîtanya, Almanya, Çîn, Rûsya, Amerîka û Fransa gihiştin peymaneke hevpar, ew jî sivikkirina cezayên li ser Taranê bû, li hember sînordarkirina bernameya wê ya etomî.

Di Gulana 2018an de, Amerîka di dema serokatiya Trump de, bi awayekî yekalî ji peymanê vekişiyabû û cezayên li ser Îranê ji nû ve sepandibûn. Vê yekê hişt ku Tehran gav bi gav pabendiyên xwe yên etomî kêm bike.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle