Mangirtina gîştî bi hilkefta 25ê Xermanan, li Rojhilatê Kurdistanê berfirehtir bûye

.

Tevî hemû hewlên jêjîma Îranê bo bi rêveneçona mangirtina giştî ya duyemîn salvegera şehîdkirina Jînayê bi destê hêzên dijemirov ên rêjîma Îranê li bajarê Têhranê, li pitira bajarên Rojhilatê Kurdistanê de mangirtin bi rê ve ço.

Roja Yekşemî 25ê Xermananê, rêjîma Îranê bi milîtarîzekirina bajarên Rojhilatê Kurdistanê, daxistina rêyên çona xelkê bo ser gora Şehîd “Jîna”yê, hemû helwên xwe dane ku mangirtina giştî li Rojhilatê Kurdistanê de bi rê ve neçe, lê xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi daxistina dukan û bazarên xwe, yada Şehîd Jînayê û tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê bi bilind ragirtin.

Mangirtin ji bajarên Sine, Seqiz, Mihabad, Bokan û Dîwanderê ve dest pêkir û li bajarên “Şino, Pîranşar, Dêwulan, Kirmaşan û Kamêran”ê de jî xelkê wan bajaran, dukan û bazarên xwe daxistin û tevlî mangirtina giştî bûn.

Pêka dawî raporan, hêzên îtilaat û leşkerî yên rêjîma Îranê goristana “Ayçî” dorpêç kirine û bi ti kesê rê nadin ku bi ti awayek here nav vê goristanê û herwisa mala bavê Şehîd Jînayê jî dorpêç kirine û îzna derketina wan ji malê nedane û tevî gefxwarin ji malbata Şehîd Jînayê, rêgirî ji serdana xelkê û heta kesên nêzî vê malbatê kirine û çendîn helêkopterên rêjîmê li esmanê wî bajarî de dor lêdane.

Kurdistan Haberleri

PWK li Danîmarkayê beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bû
Heyeteke PWKyê li Almanyayê beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bûn
PDKyê di salvegera damezirandina xwe de 450 bûk û zava zewicandin
RAPIRSÎ - Ji sedî 97ê Kurdan perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin
Ehmed Şer: Em parçebûnê qebûl nakin