Mamosteyên bajarê Tehranê banghêjiyek bo birêvebirina kombûnên nerizayetiyê û mangirtinan belav kirin

.

Li bajarê “Tehran”ê mamosteyên dibistan û xwendingehan bona lidarxistina mangirtin û nerizayeriyan li hember Wezareta “Perwerde û Hînkarî” ya rejîmê banghêjiyek belav kirin.

Roja Pêncşemî 10ê Xakelêweyê, girûpa lipeyketin bo daxwazkariyên mamosteyên parêzgeha “Tehran”ê bi belavkirina daxuyaniyekê daxwaz ji mamosteyên dibistanan ên parêzgeha “Tehran”ê kirine ku li rêkevta 14ê Xakelêweya 1402an a Rojî, di polên xwendinan de amade nebin û roja Pêncşemî 17ê Xakelêweyê, di kombûna nerizayetiyê li hember Wezareta “Perwerde û Hînkarî” ya rejîmê beşdarî bikin.

Di daxuyaniya wê girûpê de, li hember hewlên wê dawiyê yên hemû berpirsên Komara Îslamî derheq bi civaka mezin a mamostayan nerizayetî hatiye nîşandan û ew kiryarên rejîmê weke “sivikatî û bêrêzîkirin” dane zanîn.

Berê jî “Navenda Sênfî ya Mamosteyên Îranê” di peyama xwe ya Newrozî de ragihandibûn ku mamoste di sala nû de jî li ser kombûnên xwe yên nerizayetiyê li dijî berpirsên rejîmê berdewam bin.

Li sala derbasbûyî de jî tevî hebûna şoreşa Jînayê li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, mamoste jî li tev bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi dehan caran man girtin û li dijî rejîmê kombûnên nerizayetiyê lidarxistin.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt