”Mamosteyê Bê Mamoste Malmîsanij”

.

Şeva borî 19.10.2024 Li Amedê Belgefîlma bi navê "Mamosteyê bê Mamoste Malmîsanij" hat nîşandan.

Şeva borî li Diyarbekirê belgefîlma "Mamosteyê bê Mamoste Malmîsanij" hat nîşandan.

Belgefîlma "Mamosteyê bê Mamoste (Malmîsanij)" derbarê jiyana nivîskar, lêkolîner û zimanzan M. Malmîsanij de ji aliyê derhêner Kerem Tekoglu ve hatiye kişandin.

Galaya fîlmê di 9ê Hezîranê de li Stenbolê hatibû lidarxistin.

Şeva borî li Diyarbekirê jî fîlm hat nîşandan.

Belgefîlm roja şemiyê 19ê Cotmehê saet 17:00an de li Salona Konferansê ya Tahir Elçî hat nîşandan.

Ji ber piranîya beşdaran di salona ku fîlm lê hat temaşekirin de cih nemabû. Eleqeyeke têra xwe mezin hebû.

Gelek endamên Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li gel heyetekî jî beşdar bibûn.

Fîlm ji aliyê derhêner Kerem Tekoğlu ve di demeke bi dirêjîya sal û nîv qedîyaye. Fîlm bi giştî behsa jiyana Mamoste Malmîsanij dike..

Gala ji alîyê beşdaran ve bi hêjayîya behsa jiyana Mamoste Malmîsanij ya têr û tije ku dihate qisedan qedîya.
Rûpela nû/Diyarbekir

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle