Mamostayê zanîngehê: PKK, di vê demê de ji ber hewla yekitiya Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê êrîşî Pêşmerge dike

.

Mamostayekî Zanîngeha Selahedîn dibêje ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), serokê Partiya Neteweperest a Tirkiyê (MHP) û Serokkomarê Sûriyê Ehmed Şera hemî li dijî yekîtîya ku li Rojavayê Kurdistanê derketiye holê ne.

Di destpêka vê hefteyê de, konferansek yekîtî û hevgirtina partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê li Qamîşlo bi amadebûna nûnerê Serok Barzanî hate lidarxistin, ku di bingeh de bersivek bû ji bo destpêşxeriya Serok Barzanî ya ji bo yekgirtina helwesta Kurd li Sûriyê. Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî li dijî yekîtîyê derket û ew yekîtî wek gavek li dijî yekparçeyiya Sûrîyê bi nav kir. Ji aliyê xwe ve, PKKê li parêzgeha Duhokê bi dron dest bi êrîşa li ser hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Di vê derbarê de, Mamostayê zanîngehê Dr. Eyûb Gomeşînî ji BasNews re got: "PKK, Ehmed Şara û Davlet Bakçelî hewl didin ku yekîtiya ku bi hewldanên Serok Barzanî ya di navbera Kurdan de li Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin, hilweşînin. Ew yekîtiya gelê Kurd naxwazin, di heman demê de PKK dê çekan deyne û Dewlet Bakçelî xwe wekî ku baweriya xwe bi mafên Kurdan tîne nîşan dide, lê ew naxwazin ku Kurd di nav xwe de yekgirtî bin, ji ber ku ew dizanin ku sirra serkeftinê yekîtî ye."

Gomeşînî got: "Pirs ev e ku çima PKK di heman demê de êrîşî Pêşmerge dike? Çima Ehmed Şera û Dewlet Bakçelî êrîşî rêkeftina di navbera Kurdên Sûriyê de dikin? Hûn dizanin ku PKK her tiştî ji bo berjewendiyên partiya xwe feda dike, lê heke ew bi şandeyeke yekgirtî ya Kurdî re danûstandinan bikin, divê ew mafên ku ew qet naxwazin bidin bidin Kurdan!"

Mamostayê Zanîngehê got ku rewşa Rojhilata Navîn her ku diçe aloztir dibe, pabendbûna bi peymanan û hewldanên ji bo parastina yekîtîyê û pabendbûna bi pêşniyarên Serok Barzani ji bo hemû aliyên ku dixwazin Kurd bi serkeftî ji guhertinên li herêmê xilas bibin girîng e.

BasNews

Kurdistan Haberleri

Şer û pevçûnên li bajarokê Eşrefîyet Sehnaye ya nêzîk Şamê de 13 kes hatin kuştin
HPGyê êrişên li xala Pêşmergeyan li xwe girtin
Erdogan: Federaliya Sûriyeyê xeyal e
MSDyê derbarê şerê li Şamê daxuyaniyek da
Li Şam û Siwêdayê alozî: Durzî kî ne û çi dixwazin?