Malpera Demirtaş bi 4 zimanan e; Kurdî tê de nîne

.

Hevserokê berê yê HDPê û siyasetmedarê Kurd Selahattin Demirtaş, ji bo wergirtina pêşniyarên xelkê malpereke bi 4 zimanî vekiriye lê nebûna zimanê Kurdî di malperê de bûye sedema nerazîbûnan.

Selahattin Demirtaş, roja 2 Çileya 2023ê li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku beşa şandina peyaman bo malpera wî hatiye zêdekirin û got: “Hûn dikarin pêşniyarên xwe ji vir binivîsînin. Kesên dixwazin bi berfirehî binivîsînin jî bila ji vir binivîsînin: https://demirtasinfo.com/tr/mesaj-gonder. Dê hemû nêrînên we ji aliyê parêzerên min ve bo min bêne gihandin û bila gumana we nebe, ku ez ê bi hûrgilî binirxînim. Em destpê dikin, qewet be. Rêya we, rêya me vekirî be.”

Malpera Demirtaş bi zimanên Tirki, Îngilîzî, Almanî û Fransî hatiye vekirin û cih nedane zimanê Kurdî. Nebûna zimanê Kurdî di malpera Demirtaş de li ser sosyal medyayê rastî nerazîbûnan hat.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle