Malbatên 9 ciwanên Rojhilatî ji bo berdana zarokên xwe careke din çûn ber balyozxaneya Tirkiyê

.

Malbatên 9 ciwanên ji Rojhilatê Kurdistanê ku dema dixwestin derbasî Ewropayê bibin ji aliyê hêzên Tirkiyê ve radestî komeke çekdarên cîhadî ya Sûriyê hatine kirin, careke din li ber deriyê balyozxaneya Tehranê ya Tirkiyê civiyan û daxwaza berdana zarokên xwe kirin.

Li gorî zanyariyan, Tirkiyê 9 ciwanên ji Rojhilatê Kurdistanê radestî çekdarên Eniya El Nusra kirine ku 22yê Tebaxa 2021ê ji aliyê polîsên Tirkiyê ve li Stenbolê hatibûn binçavkirin.

Malbatan xwestin li ber deriyê balyozxaneya Tirkiyê li aqûbeta zarokên xwe bipirsin, lê polîsên Îran nehiştin malbat nêzî balyozxaneyê bibin. Hat zanîn ku dema derketina balyozê Tirkiyê yê Tahranê jî polîsan êrîşî malbatên wan ciwanan kiriye. 

Çend roj berê di raporên medyayî de hatibû ragihandin ku ew koma çekdar a bi ser Tirkiyê ve ji bo berdana 9 ciwanên di destê wan de ne, merc danîne û li beramberî berdana wan azadkirina girtiyên xwe ji destê rejîmê kirine.

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin