Piştî 29 salan ji dûriyê malbateke du ji wan li Silêmanî û Helebceyê û du yên din jî li Amerîkayê bûn bi girî û bi hembêzeke germ bi hev şad bûn.
Piştî ku 29 salan hevdû nedîtibûn, doh Ebûbekir û Mihemed, du birayên ku bi dayîk, xwişk û birayekî xwe yê din re bûbûn penaber û çûbûn Amerîkayê, vegeriyan hembêza welêt.
Top, napalm û çekên kîmyayî çarenivîsa wan ji Helebceyê ber bi Amerîkayê ve biribû.
Ebûbekir Mihemed Emînê Helebceyî got:
“Dema ez çûm em ciwan bûn, niha serê wan spî bûye û ez jî kal bûme.
Dema çûm ezeb bûm, niha vegeriyame û sê zarokên min hene.
Ez dixwazim hemû dema xwe li Helebceyê derbas bikim, Helebce hemû dinya ye ji bo min.”
Malbata Helebceyî ji ber kîmyabaranê rejîma Sedam Hisên 11 salan li welatê Pakistanê dimînin.
Ji wir qeder wan ber bi du cihên cuda dibe, du bira vedigerin Helebceyê û yên din diçin Amerîkayê.
Omerê birayê mezin, por û rihê xwe di çavlirêyiyê de spî kirine, hêstiran ji bo wan roj û salan dirijîne ku dûrî dayîk û bira û xwişkên xwe derbas kirine.
Qederê rê nedaye ku ew dayîka xwe û birayê xwe Osman bibîne ji ber ku her duyan jî li xerîbiyê, li Amerîkayê koça dawî kiriye.
“Çîrokeke giran e”
Omer Mihemed Emînê birayê Ebûbekir li ser çîroka xwe anî ziman:
“Çîrokeke giran e ku behsa wê were kirin çimkî em malbatek bûn û parçe parçe bûn.
Bavê me li Îranê hat veşartin, bira û dayîka min li Amerîkayê û ez li vir bi tenê mam.
Di nava Helebceyiyan de jiyanên wiha zehmet hene.”
Malbata Helebceyî ku ji dayîk, bav, 5 bira û xwişkekê pêk dihat, di kîmyabaranê de bavê wan şehîd dikeve û dayîk û birayek jî birîndar dibin.
Piştî koçberî û xizaniyeke zêde, Omer û Mehmûd vedigerin Kurdistanê, sê bira, dayîk û xwişkek diçin Amerîkayê.
Endamên malbata ku di ciwaniya xwe de ji hev dûr ketin, di pîriya xwe de li ser sifreyekê kom bûn.
RÛDAW