Malbata Şenyaşar bi cîgirê Wezîrê Dadê re civiya ye

.

Malbata Şenyaşar bi cîgirê Wezîrê Dadê Ramazan Can re civiya ye.

Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar û Emîne Şenyaşar bi cîgirê Wezîrê Dadê Ramazan Can re civiya ne. Malbata Şenyaşar roja duyemîne Nobeta xwe ya Edaletê li Enqereyê didomîne.

Malbata Şenyaşar ji bo Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç re hevdîtinê bikin çûne ber avahiya Wezareta Dadê.

Malbata demekî dirêj li ber wezaretê hatiye rawestandin pişt re ji bo ku bi cigîrê Wezareta Dadê Ramazan Can re hevdîtinê bikin girtin hundirê avahiyê. 

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li derdora Wezareta Dadê bergiriyên ewlehiyê yên zêde hatin wergirtin. Weke duh îro jî rojnamevan ji aliyê polîsan ve ji qadê hatine dûrxistin. 

Malbata Şenyaşar duh ji Meclisê heta Wezareta Dadê meşiyabûn lê negirtîbûn avahiya wezaretê û ji bo nekevin wezaretê jî deriyê wezaretê ji aliyê peywîrdarên ewlehiyê yên li wê derê re hatibû girtin. 

Çi bûbû?

Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.

Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.

Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.

Kurdistan Haberleri

Ferhad Xorto: Nêzîkî 70 hezar kesî vegeriyane Efrînê
Rûfatên 22 Êzidiyên Şingalê radestî malbatan hatin kirin
CPT: Piştî îmhakirina çekan Tirkiyê 18 caran êrîşî pêgehên PKKê kir
Îran: Wê Korîdora Zengezorê bibe goristana leşkerên Trump
Joe Wilson bang li rêveberiya Trump kir: Piştevaniya darayî ya Iraqê rawestînin