Malbata Fatime Hesen: Ciwanên Şoreşger keça me revandiye

.

Keçeke koçbera Efrînî ya sêwî û 14 salî ji bajarokê Til Rifetê ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve ji bo leşkeriyê hatiye birin, malbata wê dibêje keça me vegerînin.

Mamê zaroka 14 salî Fatime Rifet Hesen e, Mihemed Cemîl  ji Rûdawê re got, biraziya wî roja 5ê vê mehê ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve ji bo leşkeriyê hatiye birin û heta niha ew nizanin keça wan li ku derê ye.

Mihemed Cemîl diyar kir ku xwişka Fatime Rifet Hesen ya bi navê Gulê dîtiye ku hinek kes hatine Fatime birine.

Mihemed Cemîl xwest ku Fermandeyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî dengî wî bibihîse û di vegerandina biraziya wî de bibe alîkar.

Bavê Fatîme berî çend salan koça dawiyê kiriye, dayika wê Fatime û du zarokên xwe yên din jî li cem bapîrê wan hiştiye û çûye ligel kesekî din zewicî ye.

Xwîşk û birayê Fatime vîdioyek belav kirin û daxwaza vegrandina xwîşka xwe dikin.

Fatime Rifet Hesen sala 2008an ji dayikbûye û ew ji gundê Beradê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê ye û ligel mala meta xwe koçberî bajarokê Til Rifetê bûye.

Rudaw

Kurdistan Haberleri

Newroz îsal zû hat Danîmarka yê
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana Mamoste Îsmaîl Beşîkçî Kir
Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê: Tîmeke me ji bo têkbirina dronên bombebarkirî li Hewlêrê ye
Umêd Xoşnaw: 6 leşkerên Fransayê birîndar bûne
Mucteba Xamineyî: Em dê şer bidomînin û tola xwe hilînin