Malbata Cîhan Xelîl: Em dixwazin keça me bê vegerandin

.

 Li gundê Siwêdiyê yê Dêrika Hemko li Rojavayê Kurdistanê malbata zarokeke 13 salî dibêje, Ciwanên Şoreşger keça wan birine leşkeriyê, daxwaza vegerandina keça xwe dikin.

Malbata keça bi navê Cîhan Xelîl Ibrahîm dibêje, keça wan ku di sala 2009an de ji dayîk bû ye û 13 salî ye, li pêşiya deriyê malê li gundê Siwêdiyê yê Dêrika Hemko hatiye birin.

Metika Cîhan Xelîl Ibrahîm, Leyla Ibrahîm  dibêje  dema ku Cîhan birina birayê wê bi otombêlê daye pey wan: “Lê Ciwanên Şoreşger gule bi ser wî de avêtine û neçar bûye vegere mal.”

Metika Cîhan ku dayika şehîdekî YPGê ye ji Rûdawê re dibêje, biraziya wê sêwî ye û zarok e, nikare çek hilgire, ji Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî dixwaze keçikê vegerîne.

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû