Malbata 4 Kurdên ku li Cindirêsê hatin kuştin daxuyaniyek belav kir

.

Malbata şehîdên Komkujiya Cindirêsê daxuyaniyek belav kir û tê de ji Îtîlafê xwest helwesteke cidî li hemberî wan çekdaran bistîne ku di şeva Newrozê de 4 kes Kurd kuştin, ji ber ku agir vêxistibûn.

Di 20ê Adara 2023an de li bajarokê Cindêrisê yê ser bi Efrînê, çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê gule li malbateke Kurd ku cejna Newrozê pîroz dikirin reşandin û di encamê de 3 bira û kurê yekî ji wan canê xwe ji dest dan û her wiha 3 kes jî birîndar bûn.

Malbata Pêşmerg, her wiha xwest kujer û grûpên ku piştgiriya wan dikin ji bo dadgeheke navdewletî werin radestkirin û werin muhasebekirin.

Di daxuyaniya Malbata Pêşmerg de hatiye xwestin ku çekdar ji gund û bajarên Efrînê derkevin û vegerine cihên xwe.

Malbata Pêşmerg xwest ku Efrîn ji aliyê hêzeke navdewletî ve were parastin.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch / HRW) jî derbarê şehîdkirina 4 sivîlên şeva Newrozê li Cindirêsê de bang li Tirkiyê kir ku lêpirsînê bide destpêkirin û dibêje pêwîst e Tirkiye piştevaniya xwe ya ji bo grûpên çekdar bidawî bîne.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’