Makwan Emîrxanî ji Kurdan daxwaza alîkariyê dike

.

Lîstikvanê werzişên lêdanê (MMA) Makwan Emîrxanî ji Kurdan daxwaza alîkariyê kir.

Lîstikvanê werzişên lêdanê (MMA) yê ji Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê Makwan Emîrxanî ji bo ku bikaribe di şampiyoniyên kupayên cîhanî de berdewam be li ser hesabê xwe yê Instagram û Facebookê bi Kurdî daxwaza alîkariyê kir.

Lîstikvan Makwan Emîrxanî demeke dirêj e li Fînlandayê dijî û di lîstikan de alayên Kurdistanê û Fînlandayê bilind dike.

Makwan Emîrxaniyê ku bi navê Mr. Finland jî tê naskirin lînkek belav kir û daxwaza dengdanê ji bo xwe û Hafeni Nafuka kir.

Di nav lîstikvanên ku navên wan hene de Vladimir Lengal, Atilla Korkmaz, Marcel Grabinski, Hafeni Nafuka, Matous Kohout, Milos Janicic û Lukasz Rajewski cih digirin.

Lîstikvanê werzişên lêdanê Makwan Emîrxanî di parvekirina xwe de anî ziman:

“Heger hûn dixwazin ez wekî kurekî Kurd di beşdariya kupayên cîhanî de berdewam bim, ji kerema xwe re bi dengdana onlineya di lînka li jêr de ji min re bibin alîkar.

Spas, birayê we Makwan Emîrxanî.

Berê lînkê veke

https://tipsportgamechanger.com/en/

Min Makwan û Nafuke hilbijêre.

Emaila xwe binivîse, bersiva rast a wêneyan hilbijêre û dengê xwe bide.

Piştgiriya we cihê serbilindiyê ye.

Ji kerema xwe re ji bo ku gelek kes beşdar bibin hevalên xwe tag bikin.

Gelekî spasiya we dikim.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle