Mafnas û şîrovekarên siyasî piştgiriya peyamên Demîrtaş dikin

.

Di 27ê Îlonê de çekdarên PKK’ê li Mêrsînê êrişî polîsan kir. Di bûyerê de polîsek û du çekdarên PKKê canê xwe ji dest dan. Hevserokê berê yê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş û HDP’ê bûyer şermezar kirin. Rayedarên PKK’ê jî bêyî ku nav bidin Demîrtaş û HDP’ê şermezar kirin.

Mafnas û şîrovekarên siyasî yên Bakurê Kurdistanê daxuyanî û bertekên piştî bûyera Mêrsînê nirxandin û gotin ku; daxwaza demokrasî û şerê çekdarî bi hev re nabe û divê piştgiriya hewlên demokratîk bên kirin.

Karvedanên rexneyên Hevserokê berê yê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş û HDP’ê yên derbarê bûyera 27ê Îlonê ya Mêrsînê de berdewam dikin. Rêveberên PKK’ê bertek nîşanî wan kes û aliyên ku bûyera Mêrsînê şermezar kirine, dan. Li gorî mafnasên kurd ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê divê piştgiriya rê û rêbazên siyasî bê kirin.

Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Mustafa Ozer ji K24ê re diyar kir: “Min jî serdana Selahedîn Demîrtaş kiriye. Ew dibêje; heger em ê meseleya kurdan bi demokrasî û dadweriyê çareser bikin divê gêrîla hinekê ji me dûr bikeve. Ango Demîrtaş dibêje; têkilî tiştê ku em dimeşînin nebin. Demîrtaş dibêje; bila ew li meseleya xwe binêrin em ê jî li vir têkoşîna demokrasiyê bikin.”

Bertekên Demîrtaş di nava raya giştî ya Bakur û Tirkiye û medyaya civakî de cihekî berfireh girt . Gelek kesan piştgiriya peyamên Demîrtaş kirin. Mafnas û şîrovekarên siyasî yên kurd gotin ku; demeke dirêj hêzên çekdar hewl dan ku li gorî rê û rêbazên xwe pirsgirêka kurd çareser bikin, lê belê ser neketin û di vê demê de bi hêz û tûndiyê ti pirsgirêk nayên çareserkirin.

Mafnas û Şîrovekarê Siyasî Sînan Tanrikulu ji K24ê re ragihand: “Piraniya gelê kurd dibêje; divê êdî meseleya kurd ne bi çek û tundiyê, ew bi aşitî û rêbazên demokrasiyê bê çareserkirin. Aşitî jî bi çekdarî nabe. Aşitî, bi demokrasî, dîplomasî û rêya bêtundî û bêçek dibe.”

Li gorî nirxandina mafnas û şîrovekarên siyasî, ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa divê kurd li derveyê tundiyê têkoşîna xwe bi rê û rêbazên siyasî û demokratîk birêve bibin. Mafnas û şîrovekar dibêjin; piraniya kurdên Bakur û Tirkiye piştgiriya rêbazên demokratîk dikin. 

Çavkanî

Kurdistan Haberleri

Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî
Şirketa Çînî li Xaneqînê rezervên nû yên petrol û gazê dîtin