Maenza: Divê mînaka bihevrejiyana olî li Herêma Kurdistanê ji hemû cîhanê re were nîşandan

.

Seroka Sekreteriya Azadiya Olî ya Navdewletî Nadine Maenza diyar kiriye, “Pêwîst e hikûmeta Herêma Kurdistanê bizane, tiştên ku li Herêma Kurdistanê di derbarê jiyana hevbeş a olî de diqewimin gelekî girîng e.”

Seroka Sekreteriya Navdewletî ya Azadiya Olî Nadine Maenza ji K24ê re eşkere kiriye, divê mînaka bihevrejiyana olî li Herêma Kurdistanê ji hemû cîhanê re were nîşandan.

Seroka Sekreteriya Navdewletî ya Azadiya Olî li Amerîkayê Nadine Maenza destnîşan kiriye, “Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bizane ku tişta di warê pêkvejiyana olî de li Herêma Kurdistanê diqewime gelekî girîng e."

Maenza diyar kir, bi ragihandina Hefteya Jiyana bi Hev re li Herêma Kurdistanê, mirovan teşwîq dike ku li cîhanê bi hev re bijîn û zêdetir bibin xwedî azadiya olî.

Maenza  da zanîn: “Li Herêma Kurdistanê hemû ol û pêkhate bi hev re dijîn. Em dixwazin ku ev mînaka yekîtiyê ji hemû cîhanê re were nîşandan.

"Di berdewamiya axaftina xwe de got: “Pêwîst e azadiya olî bigihe hemû cîhanê, divê cîhan li Herêma Kurdistanê binêre.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle