Madeya 14emîn a projeyasaya budçeyê bi piraniya dengan hat pesendkirin

.

Parlamentoya Iraqê bi amadebûna 241 parlamenteran xala 14 a projeyasaya bûdceyê pesend kir ku taybet e bi çawaniya serederîkirina ligel dahatên Herêma Kurdistanê ye.

Parlamentoya Iraqê roja 8 û 9ê Hezîranê hin madeyên budceya sala 2023, 2024 û 2025ê pesend kirin û dengdana li ser madeyên (14, 15, 16 û 17) hatibû paşxistin.

Di 13ê Adara 2023an de, Encûmena Wezîrên Iraqê projeyasaya bûdceyê amade kir û ji bo pesendkirinê şand parlamentoyê.

Lê roja 25ê Gulana borî, Komîteya Darayî ya Parlamentoyê çendîn guhertin di wê reşnivîsê de kirin, bi taybetî di madeyên 13 û 14ê de yên girêdayî pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceyê.

Pêncşema borî jî Parlamentoya Iraqê bi amadebûna 258 parlamenteran ji koma 329 parlamenteran, ji bo dengdana li ser projeyasaya bûdceyê civiya û piştre dengdan bo roja Înê hat paşxistin.

Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî ji ber lihevnekirina siyasî ya di navbera baskên parlamentoyê de, çend caran neçar ma ku civînên parlamentoyê bi paş de bixe.

Kurdistan Haberleri

Îdareya Trump şertên giran bo Hikûmeta Iraqê danan
Medyayê Îranê: Amerîka û Îranê li Tengava Hurmizê hêleke taybet a pêwendiyê ava kir
DNO ya Norwêcî li Herêma Kurdistanê dest bi berhemanîna petrolê dike
Mihemedê Hacî Mehmûd: Qewareya Kurdistanê berhema xwîna şehîdan e, ji nav naçe
Amerîka û welatên Kendavê bangî Îranê kir